YEK JI NIMÛNEYÊN EWIL YÊN XÊZEROMANÊ DI EDEBÎYATA KURDÎ DA: MIRINA JARO
Tarih
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Erişim Hakkı
Özet
Di serê sedsala 20’an da nimûneyên ewil yên xêzeromanan li Amerîkayê tên weşandin. Piştre di demeke kin da ew li welatên din belav dibe û ji vî cureyê nû gelek dihê hezkirin. Piştî 100 salan em di edebîyata Kurdî da mînakên xêzeromanên ewil dibînin. Me di vê gotara xwe da xwest ku sedemê vê derengmayînê di ser berhema Mirina Jaro ra binirxînin. Ji bo vê me bi rêbaza lêgerîna çavkanîyan li ser rojname, kovar û berhemên din yên Kurdî lêkolîn kir. Me pêşîyê li ser dîrok û geşedana xêzeromanê agahî dan. Piştre bi kurtayî nimûneyên xêzkirin, xêzewêne û karîkaturê yên di çapemenî û edebîyata Kurdî da (Kurmancî, Soranî û Zazakî) vekola. Me di dawîyê da jî Mirina Jaro di çarçoveya van taybetmendîyên xêzeromanê da nirxand; bûyersazîya wê çawa ye, mirov dikare wê di çarçoveya nirxandina estetîk da çawa binirxîne, wekhevî û cudahîyên wê li gor xêzeromanên din çi ne, hêmanên ziman, zeman û mekanî çawa hatine bikarînan…hwd. Me dît ku di Mirina Jaro da hêmanên sereke yên rêbaza xêzeromanê nehatîne bikarînan. Lewma ew ji xêzeromanekê zêdetir wek îlustrasyonekê ye, ji alîyê dîtbarîyê ve jî wek pirtûkeka zarokan ya biwêne ye.












